Heyeta Îmraliyê li ser 'notên hevdîtinê' daxuyanî da
Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê ragihand ku belgeyên ku bi navê “Notên Hevdîtinê” hatine belavkirin ne rast in û armanca vê yekê porvokasyon e.

Notên 28 rûpelî yên hevdîtina bi Abdullah Ocalan re yên di çarçoveya xebatên pêvajoya çareseriyê de hatibûn belavkirin.
Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê li ser notên ku di hevdîtinên li gel Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan de hatibûn girtin daxuyanî da.
Çavkaniyên DEM Partiyê hebûna notan piştrast kiribû.
Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê diyar kir ku naveroka notan hatiye guhertin û ne rast in û ji derve û bi taybetî bi lêkirina hinek gotinên derbarê hinek şexsiyetan nerînên Ocalan tên berovajîkirin.
Di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin:
“Wek me di daxuyaniya xwe ya 14ê Tîrmeha 2025an de jî diyar kiribû, hinek notên hevdîtinê yên ku di rojên dawî de li ser medya civakî bi navê birêz Abdullah Ocalan hatine belavkirin rastiyê nîşan nadin.
Ev not, bêyî ku ti pêwendiyeke wan bi şêweyên wan ên resen re hebe, tên manîpulekirin, ji derve lêzêdekirin li naveroka wan tên kirin û bi taybetî bi lêkirina hinek gotinên derbarê hinek şexsiyetan, nerînên birêz Ocalan tên berovajîkirin.
Em baş dizanin ku hewldanên bi vî rengî, parçeyek ji hewldaneke plankirî ne ku armanca wê hem zererdayîna birêz Ocalan, hem jî zererdayîna bingeha çareserî û diyalogê ye.
Em dixwazin careke din tekez bikin, divê bawerî bi ti belge, not an jî agahiyekê neyê anîn ku ne ji aliyê Heyeta Îmraliyê an jî malbat û parêzerên bi brêz Ocalan re hevdîtinê dikin ve hatibe dayîn û ne xwediyê zemîneke fermî be.
Belavkirina naverokên bi vî rengî, wekî operasyoneke ji bo xapandina raya giştî ye.
Tika ye li hemberî hewldanên bi vî rengî yên provokatîf hişyar bin.”
Nûvekirina herî dawî: 13:06:52