Hêzên Îranê kolberê Kurd ê bavê 5 zarokan kuştin

Hêzên Îranê li sînorê navçeya Bane ya Rojhilatê Kurdistanê teqe li hejmarek kolberên Kurd kirin û di encamê de welatiyê bi navê "Rehman Mamxizrî" hatiye kuştin.

19 Cotmeh 2022 - 11:04
19 Cotmeh 2022 - 11:04
 0
Hêzên Îranê kolberê Kurd ê bavê 5 zarokan kuştin

Bûyer sibeha roja Sêşembê 18ê Cotmeha 2022an li sînorê navçeya Bane ya parêzgeha Sine û li ser sînorê navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê çê bûye.

Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê ragihandiye, “hêzên Îranê sibeha Sêşembê li sînorê Baneyê gule berdane hejmarek kolberan û di encamê de kolberek bi navê Rehman Mamxizrî di cih de canê xwe ji dest daye.”

Rehman Mamxizrî bavê 5 zarokan bûye û xelkê bajarê Serdeştê û niştecihê bajarê Pîraşnarê bûye, lê ji ber rewşa xirab a aborî bi neçarî li sînorê Baneyê karê kolberiyê kiriye.

Rêxistina Hengawê daye xuyakirin, “gule li ser û pişta Rehman Mamxizrî ketine.”

Ev nûçe bi tevahî 695 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 06:18:27