HSD: Artêşa Suriyê li ser sinûrê Tirkyê belav bibe bo piştîvanîya HSDyê

Ajansa Nûçe yên Firansayê got jî, rêkkevtin piştî çend kombûnan hat di navbera Rêvebrî xweser û nwênerên hikumeta Suriya li bingeha Hemîmîm a Rusya.

13 Cotmeh 2019 - 17:26
13 Cotmeh 2019 - 17:26
 0
HSD: Artêşa Suriyê li ser sinûrê Tirkyê belav bibe bo piştîvanîya HSDyê

Di beyannameya HSDyê de jî hatîye, pirojeya me li bakûr û rojhelata Suriyê cudabûn nebûye û me tim daxwaza danûstandinan kirîye bo çerserkirina pirgirêka Suriyê bi rêya aştîyê û me gef li ti welatên derdor nekirîye bi Tirkiyê ve jî, lê Tirkiyê roleke nerênî hebû ye di li belavkirina terorê.

Herweha di beyannameyê de hatîye: di pênc rojên burî de, Tirkiye hovanetirîn tawan dijî xelkê sivîl encam da û HSD berengarî wan hêrişên destdirêjîya Tirkiyê bû û gelek şehîd dan bo paraztina serwerîya Suriyê.

Herweha dibêje: Tirkiye berdewame li ser diminîyê û ji bo kû em evê destdirêjîya Tirkiyê ragirîn me rêkevtin li gel hikumeta Suriyê kir ku erkê wêye sinûrê welat biparêze û serwerîya wê biparêze daku artêşa Suriyê bihêt û li sinûrê Suriye û Tirkiyê belav bibe bo piştîvanîya HSDyê.

Herweha li gor ku di beyannameyê de hatîye, ev rêkkevtin delîveyê dide ku ax û bajrên dinê yên Suriyê ji alîyê artêşa Suriyê bihên rizgarkirin û ji wan jî Efrîn.

Ev nûçe bi tevahî 721 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 18:21:12