HSD û hikûmeta Sûriyeyê li Parîsê dicivin
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, ji bo civîneke girîng bi şandeke hikûmeta Sûriyeyê re, diçe paytexta Fransayê, Parîsê. Tê payîn ku ev hevdîtin bi serpereştiya Fransa û Amerîkayê birêve biçe.

Li gorî zanyariyên medyayî, di vê serdanê de Hevseroka Daîreya Peywendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed û hejmarek berpirsên din bi Mezlûm Ebdî re ne.
Şanda hikûmeta Sûriyeyê jî dê bi serokatiya Wezîrê Derve Es'ed Şeybanî beşdar bibe. Herwiha Nûnerê Taybet ê Amerîkayê bo Sûriyê Thomas Barak û berpirsên payebilind ên Fransayê jî dê di civînê de amade bin.
Hate diyarkirin, amadekariyên ji bo vê civînê berî çend rojan ji aliyê Wezareta Derve ya Fransayê ve hatine kirin û dê di bin çavdêriya rasterast a Serokê Fransayê Emmanuel Macron de were lidarxistin.
Armanca sereke ya van hevdîtinan ew e ku rêyên gihîştina lihevkirinekê ji bo tevlîkirina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) di nava artêş û saziyên dewleta Sûriyeyê de bên gotûbêjkirin.
Ev hewldana nû piştî wê yekê tê ku danûstandinên meha borî yên di navbera şanda Rêveberiya Xweser û hikûmeta Sûriyê de li Şamê bêyî ti encam bi dawî bûbûn. Sedema sereke ya têkçûna wan danûstandinan, redkirina Şamê ya ji bo sîstema nenavendî bû.
Nûvekirina herî dawî: 19:56:15