Iraq jibo 2 qenalên Kurdî daxwaza qedexeya weşanê kir

Saziya Medya û Ragihandinê ya Iraqê ji Wezareta Berevaniya Iraqê daxwaz kir ku dest deyne ser hemû kelûpelên televizyonê Herêma Kurdistanê, Rûdaw û Kurdistan24ê.

27 Cotmeh 2017 - 04:28
27 Cotmeh 2017 - 04:28
 0
Iraq jibo 2 qenalên Kurdî daxwaza qedexeya weşanê kir

Di nivîsa fermî ya Saziya Medya û Ragihandinê de ku ji Wezareta Berevaniyê re hatiye şandin, tê gotin, "Rûdaw û Kûrdistan24 bêyî destûra me ya ruxsetê weşanên provokasyonî, nefret û têkdana aştiya civakî dikin. Ji ber van sedeman em ji we dixwazin, weşanên wan televizyonan rawestînin, li seranserê Iraqê ji xebatkarên wan re bibin asteng û dest deynin ser hemû kelûpelên wan."

Herwiha hat xwestin ku ev biryar ji karmendên wan televizyonan re were ragihandin ku ew televizyon weşanê li Kerkûk û Bexdayê jî dikin.

Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê jî li dema kontrolkirina Kerkûkê û navçeyên wê ji aliyê artêşa Iraqê û Heşda Şebî ve, bi sedema ku Rûdaw û Kurdistan24 bi weşanên dibin sedema aloziyê xwestibû lîsansa wan were rawestandin.

Ev nûçe bi tevahî 1618 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:29:36