Kaptanê tîma Amedsporê canê xwe ji dest da

Kaptanê tîma futbolê Amedsporê Şehmus Ozer di bûyerek trafîkê de jiyana xwe ji dest da.

21 Berfanbar 2016 - 03:23
21 Berfanbar 2016 - 03:23
 1
Kaptanê tîma Amedsporê canê xwe ji dest da

Kaptanê Amedsporê Şehmus Ozer (36) duh dema ku bi otomobîla ji daweteke Meletiyê vedigeriya Amedê, otomobîla wî ji rê derketiye û bi kendalê de dikeve.

Polîsan li cihê bûyerê Şehmus Ozer mirî dîtin.

Ew 2 roj bûn agahî ji Şehmus Ozer nedihat wergirtin.

Amedsporê li ser medya civakî Twitterê wefata kaptanê xwe piştrast kir û sersaxî xwest.