Keneda: Bexda nahêle em alîkariyên serbazî bidin Pêşmerge

Wezîrê berevaniya Keneda Harjit Sajjan ragihand, Heyder Ebadî rê nade em alîkariyan ji bo hêzên Pêşmerge bişînin.

22 Berfanbar 2017 - 04:25
22 Berfanbar 2017 - 04:25
 0
Keneda: Bexda nahêle em alîkariyên serbazî bidin Pêşmerge

Wezîrê berevaniya Keneda Harjit Sajjan ragihand: "Keneda karwanekî din ji alîkariyên serbazî ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê re amade kiriye, û niha li nav embareke çekan e li Keneda û gujmê wan deh melyon dolar e, lê serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî rê nade em wan alîkariyan ji bo hêzên Pêşmerge bişînin".

Ji aliyê xwe ve peyvdarê wezareta berevaniya Kenedî tekez kir, ku Bexda ne amade ye rêketinekê derbarê gihandina alîkariyên serbazî ji bo hêzên Pêşmrege li gel Hewlêrê îmze bike.

Ev nûçe bi tevahî 1956 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 20:23:17