Kolberekî kurd ji aliyê hêzên ewlehiya Îranê ve hat kuştin

Li sînorê navbera Herêma Kurdistan û Rojhilatê Kurdistanê, kolberekî kurd ji aliyê hêzên ewlehiya Îranê ve hat kuştin, ku xelkê Bane ya Rojhilatê Kurdistanê ye.

8 Tebax 2022 - 06:08
8 Tebax 2022 - 06:08
 0
Kolberekî kurd ji aliyê hêzên ewlehiya Îranê ve hat kuştin

Li gor nûçeyeke Navenda Mafên Mirovan a Hengawê, duh çekdarên rejîma Îranê li ser sînorên navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê de êrîşî ser karwaneke kolberên Kurd kirine.

Di encama êrîşa raste rast de Kolberekî Kurd ku şêniyê xelkê Bane ye û navê wî Hejar Ferecî ye canê xwe ji dest daye.

Hat zanîn Hejar Ferecî 29 saliye û xelkê bajarê Bane ya Rojhilatê Kurdistanê ye.

Ev nûçe bi tevahî 920 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 14:07:57