Komên çekdar li Efrînê 4 kesên din revandin

Çekdarên opozîsyona Sûriyê yên bi artêşa Tirkiyê re herêma Efrînê dagîr kirine, 4 kes ji gundekî Efrînê revandin.

10 Gulan 2022 - 09:46
10 Gulan 2022 - 09:46
 0
Komên çekdar li Efrînê 4 kesên din revandin

Li gorî ragihandina Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê, grûpa Polîsa Leşkerî pêr (8 Gulanê) du kalemêr, Mistefa Qere Mihemed yê 77 salî û Şewket Rifet Elî yê 64 salî, ji gundê Dargirê yê ser bi navçeya Mabeta ve revandin.

her wiha Rêxistina Mafên Mirovan da zanîn, heman grûpê duhî jî du kes,Ekrem Husên yê 42 salî û Welîd Ehmed Henan yê 32 salî, ji Dargirê revandin.

Ev nûçe bi tevahî 763 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 07:22:15