Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li balyozê Rûsya ya Iraqê kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li balyozê Rûsya'yê ya Iraqê kir.

10 Gulan 2022 - 09:42
10 Gulan 2022 - 09:42
 0
Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li balyozê Rûsya ya Iraqê kir

Hat eşkere kirin ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro pêşwazî li balyozê Rûsya li Iraqê Elbrus Kutarshev kir.

Di civînê de ku Konsulusê Giştî yê Rûsyeyê yê li Herêma Kurdistanê Olig Levin jî tê de beşdar bû, guftûgo derbarê rewşa Îraq û deverê hatin kirin.

Di mijareke din ya civînê de, guftûgo derbarê şerê di navbera Ukrayna û Rûsyeyê de û bandorên wî şerî li ser aboriya cîhan û rewşa jiyana welatiyan hatin kirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekezî li ser girîngiya dawîanîna şer û çareserkirina kêşeyan bi rêya diyalog û danûstandinê kir.

Ev nûçe bi tevahî 912 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:40:48