Komisyon îro dicive û du pêşniyar ji bo navê wê hene

Komîsyona ku di çarçoveya pêvajoya aştiyê de li Parlamentoya Tirkiyeyê hatiye avakirin, îro civîna xwe ya yekem lidar dixe. Di rojeva civînê de, diyarkirina navê komîsyonê, rêgezên xebatê û awayê biryargirtinê heye.

5 Tebax 2025 - 11:05
5 Tebax 2025 - 11:05
 0
Komisyon îro dicive û du pêşniyar ji bo navê wê hene

Komîsyona ku bi armanca birêvebirina pêvajoya aştiyê û amadekirina bingeheke yasayî ji bo bêçekbûna PKKê li Parlamentoya Tirkiyeyê (TBMM) hatiye avakirin, îro 5'ê Tebaxa 2025'an, di saet 11:00'an de yekemîn civîna xwe li dar dixe. Civîn bi serokatiya Serokê Meclîsê Numan Kurtulmuş li Salona Merasîmê ya Meclîsê tê lidarxistin û beşa wê ya destpêkê ji çapemeniyê re vekirî ye.

Du pêşniyarên cuda ji bo navê Komîsyonê

Yek ji mijarên sereke yên civînê, diyarkirina navê komîsyonê ye. Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) navê "Komîsyona Yekîtî û Hevgirtina Neteweyî" pêşniyar dike. Li aliyê din, Partiya Gel a Komarî (CHP) jî li ser zimanê Cîgirê Serokê Koma xwe Murat Emir, navê "Komîsyona Demokrasî, Dad û Lihevkirina Civakî" pêşniyar kiriye.

Pêkhate û nîqaşên li ser biryargirtinê

Komîsyon ji 51 endaman pêk tê. Li gorî dabeşkirinê, AK Partî 21, CHP 10, DEM Partî 4, MHP 4, ÎYÎ Partî 3 û Yenî Yol 3 endaman di komîsyonê de digirin. Partiyên din ên ku fraksiyona wan nîne jî her yek bi endamekî beşdar dibin. Lê belê, ÎYÎ Partiyê bi awayekî fermî ragihandiye ku ew ê beşdarî xebatên komîsyonê nebe.

Derbarê awayê biryargirtinê de jî nîqaş hene. Numan Kurtulmuş ragihandiye ku wê biryar bi piranîna 3/5 (sê ji pêncan) a endaman werin standin, lê hin partiyên mixalefetê pêşniyar dikin ku ev rêje bibe 2/3 (du ji sêyan).

Armanc: Çarçoveyeke Yasayî ji bo Pêvajoyê

Armanca sereke ya komîsyonê ew e ku ji bo pêvajoya nû çarçoveyeke yasayî amade bike. Yek ji karên wê yên herî girîng dê diyarkirina çarenivîsa endamên PKKê yên ku çekên xwe datînin be. Herwiha komîsyon dê ji bo pêvajoya aştiyê pêşnûmeqanûnên nû, guhertinên di qanûnên heyî de û pêşniyaran ji Lijneya Giştî ya Meclîsê re amade bike da ku werin dengdan û bibin qanûn.

Pêvajoya nû bi banga Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî ya ji bo Îmraliyê dest pê kiribû û bi banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a ji bo bêçekbûnê dewam kiribû. Di vê çarçoveyê de, roja Înê, 11'ê Tîrmeha 2025'an, komeke ji 30 endamên PKK'ê (15 jê jin) li herêma Şikefta Casene ya li ser sînorê Silêmaniyê, di merasîmekê de çekên xwe şewitandibûn.

 

Ev nûçe bi tevahî 18 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:07:22