Kongreya PDK-Sê bi dawî dibe

Li paytexta Herêma Kurdistanê bajarê Hewlêrê 12emîn Kongreya Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriyê (PDK-S) ku duh destpê kir û heta niha jî berdewam e, lê biryar e îro bidawî bibe.

11 Hezîran 2023 - 14:35
11 Hezîran 2023 - 14:35
 0
Kongreya PDK-Sê bi dawî dibe

12mîn Kongreya PDK - Sê bi amadebûna zêdetirê 220 endaman li Hewlêrê duh destpê kir û îro bidawî dibe. Biryar e tê de 29 endamên Komîteya Navendî bên hilbijartin û piştre jî sekreterê partiyê were hilbijartin.

Li gorî zanyariyên Rûdawê, hiblijartina komîteya navendî dest pê kiriye û heta niha cudakirina dengan berdewam e.

115 kesan xwe ji bo endamê Komîteya Navendî berbijêr kirine, dê 29 kes werin hilbijartin.

Sekreterê berê yê wê partiyê Siûd Mela xwe ji bo posta serkirdayetiya PDK-Sê berbijêr nekiriye.

12emîn Kongreya Partiya Demokrata Kurdistan- Sûriyê duh bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî li Hola Sead Ebdulla ya li Hewlêrê dest pê kiribû.

Ev nûçe bi tevahî 526 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 03:06:23