Li 11 bajaran operasyona HDP: 42 kes hatin desteserkirin

Li 11 bajarên Bakur û Tirkiyeyê derbarê 42 HDPyî û HDKyiyan de biryara desteserkirinê hat dayîn.

3 Hezîran 2022 - 03:16
3 Hezîran 2022 - 03:16
 0  823
Li 11 bajaran operasyona HDP: 42 kes hatin desteserkirin

Biryara desteserkirinê ji aliyê Serdozgeriya Komarî ya Tekîrdagê ve hat dayîn.

Gelek endam û rêveberên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û HDPê hatine desteserkirin.

Operasyon li bajarên Tekîrdag, Edîrne, Îzmîr, Stenbol, Kirklarelî, Mugla, Manîsa, Bursa, Bîngol, Mêrdîn û Çanakkale birêve çûn.

Polîsan li avahiyên HDPê û HDKê lêgerîn kirin.

Hat ragihandin ku operasyon bi hinceta têkiliyên van partî û rêxistinan yên bi PKKê re hatiye kirin.

Ev nûçe bi tevahî 823 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 04:02:54