Li Colemêrgê ragihandina qedexeya derve!

Parêzgariya Colemêrgê li navend û navçeyên bajêr 31 herêm heya 14 rojan wekî ‘Qada Ewlehiyê ya Taybet' ragihandin û çûn û hatina van deveran qedexe kir.

25 Mijdar 2017 - 06:16
25 Mijdar 2017 - 06:16
 0
Li Colemêrgê ragihandina qedexeya derve!

Daxuyaniya walîtiyê Colemêrgê weha ye: "Hemwelatiyên me yên ku jiyana wan a rojane bi awayekî neyênî bandor digre mexdûr dibin. Walîtiya me ewilê ji bo parastina can û mal û ewlehiya hemwelatiyan û ji bo ku aramî pêkwere û herwiha ji bo her gefa terorî ya li ser milet û dewleta me were têkbirin her cure tedbîran digre."

Berdevama daxyuyaniyê de wiha tê gotin; "Di vê çarçoveyê de navenda bajêr, navçeyê Çelê, Şemzînan û Geverê 31 herêm heya 9ê Berfanbara 2017an wekî ‘Qada Ewlehiyê ya Taybet' hatine diyar kirin. Divê hemwelatiyên me bê destûr neçin van qadan."

Ev nûçe bi tevahî 1493 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 07:59:57