Li Dîlokê bûyera trafîkê: 2 mirî, 20 birîndar

Li ser rêya sereke ya Tarsûs-Edene-Dîlokê (TAG) bûyereke trafîkê rûda û di encama bûyerê de 2 kesan canê xwe ji dest dan û 20 kes jî birîndar bûn.

30 Gulan 2023 - 03:50
30 Gulan 2023 - 03:50
 0
Li Dîlokê bûyera trafîkê: 2 mirî, 20 birîndar

Li nêzîkî navçeya Nûrdagî ya Dîlokê, li ser rêya sereke ya TAGê, hejmarek wesayîtên wek mînîbus, TIR, barhilgir û otomobîl li hev qelibîn û qezayên trafîkê rûdan.

Hat ragihandin ku di bûyerê de li gor zanyariyên destpêkê, 2 kesan canê xwe ji dest dan û 20 kes jî birîndar bûn.

Piştî bûyerê gelek ambulans û polîs gihîştin cihê bûyerê.

Ji ber bûyera trafîkê, gihandina navbera rêya sereke ya Dîlok-Edenê rawestiyaye.

Ev nûçe bi tevahî 1125 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 08:41:26