Li Meletiyê otobusek ket nav gola bendavê

Li navçeya Battalgazi ser bi parêzgeha Meletî ya Bakurê Kurdistanê otobûseke veguhestina rêwiyan ji ferîbotê ket nav Gola Bendava Karakaya û di encam de 3 kes birîndar bûn.

26 Çile 2023 - 03:53
26 Çile 2023 - 03:53
 0
Li Meletiyê otobusek ket nav gola bendavê

Li gor agahiyan roja Çarşemê 25ê Mijdara 2023an li navçeya Battalgazî ser bi parêzgeha Meletî otobûseke veguhestina rêwiyan ji ferîbotê kete nav Gola Bendava Karakaya û ligel şofêr 7 kes di encama qezayê de ketin nav avê.

Herwiha li ser agahdarkirinê tîmên rizgarkirina ji bin avê çûne cihê bûyerê û 7 kesên hatine derxistin bo nexweşxaneyê hatine veguhestin.

Li gor zanyariyan rewşa 3 jinan giran bûye û dermankirina wan li nexweşxaneyê berdewam e.

Piştî bûyerê Parêzgar û Serokê Şaredariya Meletî çûne cihê bûyerê derbarê bûyerê de daxuyaniyek dane ku pirsgirêkeke cidî nebûye û bi armanca wergirtin

Ev nûçe bi tevahî 894 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 18:11:13