Li Rihayê minûbûsa karkeran û barhilgir li hev qelibîn: 21 birîndar hene

Li navçeya Girê Sor a ser bi parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê minûbûsa karkerên çandiniyê û barhilgerek li hev qelibîn. Di bûyerê 21 kes birîndar bûn û rewşa 3 ji wan dijwar e.

13 Hezîran 2023 - 03:47
13 Hezîran 2023 - 03:47
 0
Li Rihayê minûbûsa karkeran û barhilgir li hev qelibîn: 21 birîndar hene

Li gor zanyariyan roja Dûşemê 12ê Hezîrana 2023an li navçeya nêzîkî taxa Aycanatê ya navçeya Girê Sor a Rihayê minûbûsa karkerên çandiniyê û barhilgirek li hev qelibîn.

Di encama bûyerê de 21 kes birîndar bûn. Rewşa 3 ji wan birîndaran dijwar e.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustî çûn cihê bûyerê û birîndar bo Nexweşxaneya Dewletê ya Girê Sor veguhestin. 3 birîndarên ku rewşa wan giran, piştî midaxaleya destpêkê bo Rihayê hatin şandin.

Hêzên ewlekariyê jî derbarê bûyerê de lêkolîn dan destpêkirin.

Ev nûçe bi tevahî 523 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 19:51:27