Li Siwêregê du malbat pev çûn: 2 kes birîndar in

Li navçeya Siwêregê ya parêzgeha Rihayê di navbera du malbatên xizmên hev de pêvçûn derket.

12 Adar 2024 - 04:40
12 Adar 2024 - 04:40
 0
Li Siwêregê du malbat pev çûn: 2 kes birîndar in

Her du aliyan bi çekan gule li hev reşandin, di encamê de 2 kes birîndar bûn.

Li gundê Mezrayê yê Siwêregê ji ber cihê çêriya ajelan di navbera du malbatan nîqaş çêbû û piştre bi çekan gule li hev reşandin.

Di bûyerê de A.A. (22) û E.A. (25) birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêregê.

Cendirmeyan li ber nexweşxaneyê û li gund tedbîrên ewlehiyê zêde kirin.

Ev nûçe bi tevahî 500 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 14:07:08