Li Wan û Colemêrgê teqîn

Li navçeya Ebaxa Wanê û navçeya Çelê ya Colemêrgê teqemeniyê berê hatibûn vedan di dema operasyona hêzên ewlehiya Tirkiyê de teqiya û di encamê de leşkerek û cerdevanekî canê xwe ji dest danû cerdevanekî jî birîndar bû.

3 Tîrmeh 2017 - 06:20
3 Tîrmeh 2017 - 06:20
 0
Li Wan û Colemêrgê teqîn

Li navçeya Ebaxa Wanê û navçeya Çelê ya Colemêrgê teqemeniyê berê hatibûn vedan di dema operasyona hêzên ewlehiya Tirkiyê de teqiya û di encamê de leşkerek û cerdevanekî canê xwe ji dest danû cerdevanekî jî birîndar bû.

Li navçeya Ebaxa Wanê Wanê teqemaniya ku berê li zeviyekê hatibû vedan teqiya, cerdevanekî cane xwe ji dest da û yek jî birîndar bû.

Li gor agahiya ku hat sitandin, di operasyona ku ji duh êvarê ve li derdora Çiyayê Tendûrekê dewam dike de, teqemeniyek ku berê li herêmê bi cî kiribû teqiya.

Di teqînê de cerdevanê bi navê Îsmail Deniz û Emrullah Çiçek birîndar bûn.

Ji cerdevana Deniz li Nexweşxaneya Zanîngeha Wan Yuzuncu canê xwe ji dest da, dermankirina Çiçek dewam dike.

Li Colemêrgê leşkerek hat kuştin

Herwiha li navçeya Çelê ya Colemêrgê jî di êrişekê de leşkerek hat kuştin.

Li gor daxuyaniya parêzgariya Colemêrgê, li aliyê herêma Çiyayê Guvenê teqemaniya ku gerîlayên PKKê bi cî kiribûn teqiya. Di teqînê de leşkerek birîndar bû.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku leşkerê birîndar yê ku rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê tevî hemû mudaxaleyan miriye.

Li herêmê operasyona hêzên ewlehiya Tirkiyê li hemberî gerîlayên PKKê dewam dike.

Ev nûçe bi tevahî 3715 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 19:10:30