Mesrur Barzani pêşwazî li Balyozê Danîmarkê yê nû li Iraqê dike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Duşemê pêşwazî li Balyozê Danîmarkê yê nû li Iraqê Christian Thorning kir.

21 Mijdar 2022 - 08:06
21 Mijdar 2022 - 08:06
 0
Mesrur Barzani pêşwazî li Balyozê Danîmarkê yê nû li Iraqê dike

Serokwezîr Barzanî pîrozbahiya destbikarbûnê li Balyozê Danîmarkayê kir û hêviya serkeftinê di erkê wî de jêr xwast û amadebûna Herêma Kurdistanê ji bo pêşxistina pêwendiyên ligel Danîmarkayê nîşan da.

Balyozê Danîmarkê spasiya aliyên peywendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ji bo hevkarî û hevahengiya baş a ligel balyozxaneya welatê. Herwiha bal kişand li ser giringiya pêgeha Herêma Kurdistanê li Iraq û navçeyê û daxwaza welatê xwe ji bo pêşxistina pêwendiyên ligel Herêma Kurdistanê dubare kir.

Girîngiya parastina asayîş û aramiya Herêma Kurdistanê û çaksaziyên Kabîneya Nehem, mijarên din ên hevdîtinê bûn.

Ev nûçe bi tevahî 587 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 03:27:18