Mesrûr Barzanî sersaxiyê li malbata nivîskar Ebdulkerîm Fendî dike

Ji ber koça dawiyê ya nivîskar û wêjekarê Kurdistanî Ebdulkerîm Fendî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî hevxemiya xwe ligel malbata wî nîşan da.

5 Sibat 2023 - 15:45
5 Sibat 2023 - 15:45
 0  567
Mesrûr Barzanî sersaxiyê li malbata nivîskar Ebdulkerîm Fendî dike

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyameke sersaxiyê de ragihand, “Mixabin me peyama koça dawî ya edîbê navdar ê Kurdistanê Ebdulkerîm Fendî bihîst ku demeke dirêj weke Rêveberê Giştî yê Wezareta Rewşenbîrî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê xizmet kiribû û her wiha xwedî hejmareke berheman jî.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî her wiha got: “Ez behî û serxweşiyê li malbata wî ya birêz, dost û hevalên wî dikim. Xwedêyê mezin giyanê wî bi bihuştê şad bike û sebir û aramiyê bide hemûyan.”

Ev nûçe bi tevahî 567 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 08:08:24