Parlementoya Kurdistanê li ser mijara Kerkûkê li hev dicive

Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê sibe li hev kom dibe û li ser pênc mijaran nîqaşê dike. Yek ji wan xalan jî di derbarê rewşa Kerkûkê û Duzxurmatû û penaberan de ye.

4 Berfanbar 2017 - 09:14
4 Berfanbar 2017 - 09:14
 0
Parlementoya Kurdistanê li ser mijara Kerkûkê li hev dicive

Li gorî agahiyên çapemeniya Herêma Kurdistanê Berpirsê Beşa Koordînasyon û Şopandinê yê Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê Nûrî Osman diyar kir ku Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê dê sibe li ser pênc mijaran li hev bicive.

Osman ragihand ku yek ji wan mijaran di derbarê rewşa Kerkûkê û Tuzxumartû û penaberan de ye, ku ew yek dê li gorî raporeke Navenda Hevkarî ya Koordînasyona Kêşeyan bi ser Wezareta Navxweyî ya Kurdistanê ve hatiye amadekirin.

Herwiha tê gotin ku di civînê de dê li ser raporên Wezareta Bajêr û Wezareta Xwendin û Perwerdehiya Bilind jî were nirxandin.

Ev nûçe bi tevahî 1498 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 05:37:01