PDK: Xwepêşandan mafê gel e

Polîtbûroya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) derbarê xwepêşandanên li çend bajar û navçeyên Başûrê Kurdistanê de ragihand, ku ew xwepêşandanan mafê rewa yê gel dizanin û piştgiriyê didin wan dengan ku daxwaza başkirina jiyan û xizmetguzariyan dikin.

20 Berfanbar 2017 - 06:24
20 Berfanbar 2017 - 06:24
 0
PDK: Xwepêşandan mafê gel e

Polîtbûroya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) derbarê xwepêşandanan de daxuyaniyek belav kir û diyar kir: “Em li dijî hemû reftar, kiryar, destdirêjî û êrîşên li ser cihên giştî, saziyên hikûmî û baregahên partiyan in. Di vir de kirya rû reftarên hinek kesan xwepêşandan bi temamî ji cewher û naveroka xwe dûr xistiye û veguhertiye xwepêşandanekî çekdarî.”

PDKê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir, ku ew xwepêşandanan mafên rewa yên gel dizanin û got: “Xwepêşandan bi temamî li gel prensîbên mafên mirovan û demokrasiyê digunce. Bi vî awayî em dengê xwe dixin pişt wan dengên paqij, ku daxwaza başkirina jiyan û debara gel dikin.”

Di berdewama daxuyaniyê de PDKê amaje bi wê yekê kir, ku kesên dixwazin tevlîheviyê bikin baregahên partiya wan dikin amanc û bang li dezgehên ewlekariyê jî kir, ku canê wan kesên di wan dezgehan de kar dikin biparêzin û nehêlin bûyer bibin sedema nexweşkirina rûyê Kurdistanê.

PDKê ji hemû aliyan xwest ku li hember vê rewşa hestiyar bi berpirsiyarî tevbigerin.

Ev nûçe bi tevahî 1505 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 03:04:16