PKK daxwaza yekdengiyê li ENKSê û PYDê dike!

Rêveberê payebilind ê PKKê daxwaza yekdengiyê li Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS)ê û Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) dike.

28 Çile 2018 - 06:07
28 Çile 2018 - 06:07
 0
PKK daxwaza yekdengiyê li ENKSê û PYDê dike!

Endamê Konseya Rêveber a KCKê û Endamê Komîteya Rêveber a PKKê Murad Karayilan ragehand, pêwîste nûnerên kurd beşdarî li kongreya Soçî bikin.

Murad Karayilan got, gelê Rojavayê Kurdistanê baş dizane di rewşên şer û aştiyê de berjewendiyên xwe biparêze û piştrastiya xwe anî ziman.

Karayilan daxwaz ji ENKSê û TEV-DEMê kir, ku bi hevbeşî beşdarî kongreya Soçî bikin û ti aliyek bê aliyê din beşdarî kongrê nebe.

Ev nûçe bi tevahî 2592 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 14:02:41