Serbazgeha Zêlkan a hêzên Tirkiyê hat mûşekbaran kirin

îro 25.08.2022yê serbazgeha Zêlkan a hêzên Tirkiyê li sînorê qeza Şêxan a ser bi parêzgeha Duhokê hate mûşek baran kirin.

25 Tebax 2022 - 09:20
25 Tebax 2022 - 09:20
 0
Serbazgeha Zêlkan a hêzên Tirkiyê hat mûşekbaran kirin

Îro baregeha Zlîkan a hêzên Tirkiyê li sînorê Şêxan a parêzgeha Dihokê rastî êrişa roketan hat.

Navenda Dijî Terorê ya Kurdistanê ragihand, “9 roket avêtin ser baregeha Zlîkan a li herêma Başîka ku artêşa Tirkiyê lê bi cih bûye.”

Navenda Dijî Terorê ya Kurdistanê ragihand, rokêtên ku hatine bikaranîn ji curê Grad in û li nêzîkî baregeha leşkerî ketine û ti ziyanên canî û madî çênebûne.

Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin fuzeyên navborî ji qemyoneke di navbera gundên Faziliye û Kanune yên li ser sînorê herêma Başîka de hatin avêtin û bi bandora van fuzeyan wesayît şewitî.

Ev nûçe bi tevahî 763 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 22:53:42