Serok Barzanî: Hêvîdar im sala nû bibe sala xêr û xweşiyê

Serok Mesûd Barzanî bi boneya serê sala nû ya mîladî peyamek belav kir.

1 Çile 2026 - 10:39
1 Çile 2026 - 10:39
 0
Serok Barzanî: Hêvîdar im sala nû bibe sala xêr û xweşiyê

Baregeha Barzanî li ser hesabê xwe yê Facebookê peyama Serok Barzanî belav kir.

Peyama Serok Barzanî wiha ye:

"Bi boneya sersala nû, ez pîrozbahiyeke germ li malbatên serbilind ên şehîdan, Pêşmergeyên qehreman, pêkhateyên olî û neteweyî û hemû xelkê xoşewîst ê Kurdistanê dikim.

Ez hêvîdar im sala nû, bibe sala xêr, xweşî û bextewariyê ji bo Kurdistan, Îraq û hemû cîhanê.”

 

Ev nûçe bi tevahî 34 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 14:55:47