Serokwezîr Mesrûr Barzanî li gel Serokê Hevpeymaniya Siyada civiya

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Pêncşemê 7ê Îlona 2023an li Hewlêrê ligel Serokê Hevpeymaniya Siyada Xemîs Xancar civiya.

7 Îlon 2023 - 08:26
7 Îlon 2023 - 08:26
 0  833
Serokwezîr Mesrûr Barzanî li gel Serokê Hevpeymaniya Siyada civiya

Li gorî daxuyaniyeke malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di civînê de rewşa giştî ya Iraqê û giringiya çareserkirina kêşeyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal li ser bingeha destûr û rêkeftinan hatin gotûbêjkirin.

Mijareke din a hevdîtinê jî, taybet bû bi bûyerên vê dawiyê yên Kerkûkê. Her du aliyan nîgeraniya xwe li ser bikaranîna tundiyê li dijî xwepêşanderên sivîl nîşan dan û li ser asayîkirina rewşa bajêr hevnêrîn bûn.

Ev nûçe bi tevahî 833 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:00:41