Serokwezîr Mesrûr Barzanî ligel Wezîrê Veberhênanê yê Erebistanê civiya

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Davosê, ligel Wezîrê Veberhênanê yê Erebistana Siûdî Xalid El Falih civiya.

19 Çile 2023 - 04:00
19 Çile 2023 - 04:00
 0
Serokwezîr Mesrûr Barzanî ligel Wezîrê Veberhênanê yê Erebistanê civiya

Di civînê de pêşvebirina pêwendiyên dualî, bi taybetî di warê aborî û veberhênanê de, hat gotûbêjkirin.

Wezîrê Veberhênanê yê Erebistana Siûdî diyar kir ku di demeke nêz de şandeke bilind a veberhênanê û karsazên Erebistana Siûdî, dê serdana Iraq û Herêma Kurdistanê bikin ji bo gotûbêjkirina derbarê derfetên veberhênan û pêşvebirina pêwendiya bazirganiyê de.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di civînê de bal kişand ser karnameya Kabîneya Nehem a di warê berfirehkirina çavkaniyên dahatê de û girîngîdana çandinî û pîşesazî û pêşkêşkirina hêsankariyê ji bo veberhênerên navxwe û derveyî welat

Ev nûçe bi tevahî 863 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 22:45:06