Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Wezîrê Çavkaniyê Avê yên Iraqê kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di çarçoveya pêşwazîkirina li Wezîrê Çavkaniyên Avê yê Iraqê de, tekezî li ser giringiya bilezkirina hewlên ji bo rûbirûbûna kêmbûna avê, beyabûnê û bandorên neyînî yên guherîna keşûhewayê kir.

22 Gulan 2023 - 02:50
22 Gulan 2023 - 02:50
 0
Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Wezîrê Çavkaniyê Avê yên Iraqê kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî Îro 21ê Gulana 2023an pêşwazî li Wezîrê Çavkaniyên Avê yê Iraqê Aun Ziyab Ebdullah û şandeke pê re kir.

Di civînê de guftûgo derbarê pêşxistina hevkarî û hevahengiya di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de hat kirin, bi taybetî di warê çavkaniyên avê û giringîpêdana bi bendavan û nûjenkirina wan û giringiya avakirina bendavên nû li Iraq û Herêma Kurdistanê.

Di mijareke din a civînê de, behsa giringiya bilezkirina hewlên her du aliyan bo rûbirûbûna kêmbûna avê, beyabûn û bandorên nerênî yên guherîna keşûhewayê hate kirin.

Ev nûçe bi tevahî 413 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 03:35:20