Sûdanî û Blinkin paşeroja Hevpeymaniya Navdewletî li Iraqê gotûbêj dikin

Serokwezîrê Iraqê û Wezîrê Derve yê Amerîkayê mijara pêşeroja Hevpeymaniya Navdewletî ya li Iraqê gotûbêj dikin.

24 Îlon 2024 - 07:05
24 Îlon 2024 - 07:05
 0
Sûdanî û Blinkin paşeroja Hevpeymaniya Navdewletî li Iraqê gotûbêj dikin

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî duh 23ê Îlonê li New Yorkê li cihê rûniştina xwe bi Wezîrê Derve yê Amerîka Antonio Blinken re civiya.

Ofîsa ragihandinê ya Serokwezîriyê Iraqê belav kir, Sûdanî û Blinken pirsa Hevpeymaniya Navdewletî li Iraqê Bexda û Washingtonê û paşeroja van hêzan li Iraqê gotûbêj kirin.

Ofîsa ragihandinê ya Serokwezîriyê Iraqê diyar kir, her du aliyan gotûbêj li ser xurtkirina peywendiyên dualî di navbera her du welatan de jî kirin.

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ji bo beşdariya 79emîn civîna Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî, roja Şemiyê 21ê Îlonê gihîştibû New Yorkê û kiribû.

Ofîsa Serokwezîrê Iraqê ragihand, Sûdanî li perawîza Civata Giştî ya NY, dê bi hejmarek ji serkide, serokên welatan û serokên rêxistinên navneteweyî re bicivin.

 

Ev nûçe bi tevahî 697 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:22:23