Teqînek di nava kampeke SerêKaniyê de rû da.. Qurbanî hene
Teqînek di nava kampeke koçberên Serê Kaniyê de rû da û li gorî zanyariyên destpêkê 3 zarok şehîd bûne.

Li Kampa Waşûkanî ya rojavayê Hesekê ku koçberên Serêkaniyê lê diman, teqînek rû da. Li gorî agahiyên destpêkê 3 zarokan jiyana xwe ji dest dane.
Li Kampa Waşûkanî ya Hesekê ku koçberên Serêkaniyê lê diman, teqînek pêk hat.
Berpirsê Kampa Waşûkanî Ela Cemîl û şahidan ragihandin ku motorsîkletek li rojavayê kampê teqiya.
Asayîşa Rojava heta niha ti daxuyanî nedaye, çavkaniyên Heyva Sor a Kurd diyar kirin ku 3 zarokan jiyana xwe ji dest dane.
Nûvekirina herî dawî: 06:50:10