Tirkiyê li Amûdê bi dronê êrişî hêzên rejîmê kir

avkaniyên Xwecihî ji Amûdê ragihandine ku li gundê Xerezê li rojavayê bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê, hêzên Tirkiye bi dronekê xaleke serbazî ya hêzên hikûmeta Sûriyê armanc kirine, di encam de rêya di navbera Amûdê û Dirbêsiyê de bo çûn û hatinê qut bû.

9 Tebax 2022 - 02:40
9 Tebax 2022 - 02:40
 0
Tirkiyê li Amûdê bi dronê êrişî hêzên rejîmê kir

Tirkiyê xaleke Hikûmeta Sûriyê li Amûdê ya Rojavayê Kurdistanê armanc kir û gundê Tewîle jî li Til Temirê topbaran kir.

Ji aliyekî din heman çavkaniyan belav kiriye ku Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar gundê Tewîle li rojavayê Til Temirê li ser rêya navdewletî ya M4, topbaran kiriye. Zanyaîr derbarê ziyanên herdû êrîşan jî nehatine belavkirin.

Artêşa Tirkiyê duh jî dest bi topbaranên berfireh li gundewarên Qamişlo, Amûdê, Dirbêsiyê, Til Temir, Eyn Îsa, Minbic û Şehba û Şera li herêma Efrînê kir, bi dehan gund topbaran kirin.

Ev nûçe bi tevahî 569 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:47:43