YSKê encamên dawîn ên hilbijartina serokomariyê eşkere kir

Serokê Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê ragihand ku li gor encamên teqez ên gera duyem a hilbijartina serokomariyê ya Tirkiyê, Recep Tayyîp Erdogan ji sedî 52,18ê dengan û Kemal Kiliçdaroglu jî ji sedî 47,82ê dengan wergirtin.

1 Hezîran 2023 - 06:14
1 Hezîran 2023 - 06:14
 0
YSKê encamên dawîn ên hilbijartina serokomariyê eşkere kir

Serokê Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê (YSK) Ahmet Yener ragihand ku li gor encamên teqez ên gera duyem a hilbijartina serokomariyê ya Tirkiyê, Recep Tayyîp Erdogan ji sedî 52,18ê dengan û Kemal Kiliçdaroglu jî ji sedî 47,82ê dengan wergirtin.

Gera duyem a hilbijartina serokomariyê Tirkiyê 28ê Gulana 2023ê hatibûn kirin.

Serokê Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê (YSK) Ahmet Yener ragihand ku wan encamên teqez ên gera duyem a hilbijartina serokomariyê ya di 28ê Gulanê de çêbû ji bo ku bên weşandin bo Rojnameya Fermî şandin.

Ev nûçe bi tevahî 501 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 09:59:41