Zanîngeha Azad a Helebê yekemîn kursa zimanê Kurdî vekir

Zanîngeha Azad a Helebê yekemîn kursa fêrbûna zimanê Kurdî vekir û dê kurs du meh berdewam bike.

15 Tebax 2022 - 08:07
15 Tebax 2022 - 08:07
 0
Zanîngeha Azad a Helebê yekemîn kursa zimanê Kurdî vekir

Encûmena Xwecihî ya Encûmena Niştîmanî ya Sûriyê ragihand ku Zanîngeha Azad a Helebê ji 14ê Tebaxê ve, yekem kursa fêrbûna zimanê Kurdî daye destpêkirin û dê heta du mehan berdewam bike.

Heman çavkaniyê da zanîn ku hemû alîkarî hatine pêşkêşkirin bo berdewamî û serkeftine vê pêngavê da ku bibe pêngavek bo vekirina peymangeheke taybet bi zimanê Kurdî.

Zanîngeha Azad a Helebê di sala 2015an de hatiye damezrandin û girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyê ye. Zanîngeha Azad a Helebê ji 16 kolej û 7 peymangehan pêk tê.

Ev nûçe bi tevahî 689 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 22:35:05