Pêywendiyên Kurd û Tirk – Dîrok û Rabirdû I

Ez vê gotarê pêşkêşî ronakbîrên Kurd yên tirkînivîs dikim.
Têdayîyên mijarê
Bo vegotina mijarê lêkoler dê di pêşî de li ser dîroka Kurd (Beşa Yekem) û pêywendîyên mirşînên xweser (Mîrşînên Kurd) li gel Osmanîyan re raweste. Du re nûserê rewşa zimanê Kurdî li Tirkiya îroyîn (Duyem) vekole û pişt re gote-gotên ku „Kurd û Tirk birane“ û wan her tim li dijî hezên serdest milbimil şer kirine bi rêya hinek mînakan ron bike. Pişt re dê têgeha „ronakbîrê Kurd“ kurt pênase bike (Sêyem) û du re „stratejiyê azadkirina Kurdîstana Bakur“ bo paşerojê wek nexwşeyekê rave bike (Çarem).
Awireke mejûyî (dîrokî) li ser têkiliyên Kurd û Tirk
Şerê Malazgirê (1078) bû sedem ku „hozên (eşîrên) Tirk“ dikaribin têkevin nava xaka Kurdistanê. Di nava hozên Tirk yên „bê gem û bê bend“ de û di nava Kurdên serdemê de hevsengîyek tune bû. Eşîrên Tirk bi pêzanînên xwe yên cengawerî û plangerî zêdey hêza Kurdan bûn. Wan bi demê re Mîrşînên Kurd yên bi navê Xanedana Merwanîyan (983-1096) û Şedadîyan (951-1164) ruxandin. Selçukîyan serdemê Kurdistan serobino kirin (1). Pê re serdema malwêranî û bindestîya Kurd destpêkir û heta roja me didome.
Herçend qeware û serencama Şerê Malzgirê heta roja me ji layê lêkolerên kurdnas û dîroknas ve baş ne hatiye vekolîn, lê pirranîya lêkoleran li ser vê yekê kokin, ku ne-azadbûn û bindestîya Kurdan heta roja me serencama vî şerî ye.
237 sal piştî Şerê Malazgirê Osmanê Yekem ji bermayên Selçukîyan li Anadoluyê Împeratorîya Osmanî (1299) avakir. Pêşî ew xanedaneke piçûk bû, lê bi demê re bû yek ji mezintirîn Împeratorîya serdemê li cîxanê. Vê Împeratorîyê („Roma Reş“) hebûna xwe li ser Şarî´a ya Îslamê, talankina gelan (2) û dagirkirina xaka wan damezrand. Bi taybetî di nava herdu baledestên serdemê de, Osmanî û Safewîyan (1501-1722), bi sedsalan rikaberiyeke tund li ser kontrolkirina Kurdistanê (Mezrebotan) di rojevê de bû. Lê Kurdan bo berjewendîya xwe di Şerê Çardêran (1515) de bi destpêşxêriya Îdrîs-î Bedlisî li gel Osmanîyan li dijî Safewîyan şer kirin. Yavuz Sultan Selim bi saya serê Mîrşînên Kurd di vî şerî de serket û li gel wan Peymana Çardêran wajo kir. Bi vê peymanê pirranîya xaka Kurdistan bi Împeratorîya Osmanîyan ve hate girêdan (3), lê pişt re Kurdistan di nava Osmanîyan û Safewîyan de hate dabeşkirin (1639: Peymana Qesr-î Şêrîn).
Bi demê re Osmanîyan di nava desthilatdarîya Mîrşînên Kurd de gelek destwêrdanî kirin. Lê hêjaye gotinê ku Mîrşînên Kurd û malbatên wan bi hev re bê tifaq bûn û Osmanîyan li gor dilê xwe ew li dijî hev bikardianîn.
Zêdey sêsedsalî piştî Peymana Çardêran Osmanîyan di serdema Mahmudê Duyem de dest bi qaşo çaksazîyê kirin. Bi vê hincetê Osmanîyan Mîrşînên Kurd wek Baban, Bedlîs, Hekarî û Botan yekoyeko ruxandin (1826-1849). Pişt re herêmek bi navê Eyaleta Kurdistan damezrand in, lê ew jî di demeke kurt de serobinokirin (4).
Bi hilweşandina mîrşînan re „malmezinên Kurd“ bi mebest û plan ji alîyê Osmanîyan ve ji desthilatdarîyê hatin avêtin. Bi sirgunkirin û dûrkirina wan re kesên ji malên mîrşînan di nava Kurdan de êdî neman (5). Osmanîyan wiha Kurd çavtirsî kirin û çewsand in; Kurdistan bê mîr û serkirde hişt in. Herçend Osmanîyan li cihê mîrşînan parêzgar danîn jî, lê ew biyanî, de facto destevale bûn. Loma Osmanîyan êdî pêwendîyên xwe bi serkirdeyên eşîran, şêx û axan re danîn. Lê di heman demê de qeyraneke nû, pêvajoyekê tevlîhevî û ne dadimend li Kurdistan destpêkir. Evdilhemîdê Duyem (1876 -1909), ku wek panîslamîstekî tê naskirin, xwest bi zanîn ji layekî ve Kurdistanê kontrol û ji alîyê din ve Kurdan têkelî Împeratorîyê bike. Bo vê yekê wî fewcên (alayên) bi navê Hemîdîye ji zarokên Kurdên Sunî avakirin (1891). Lê Hemîdîye „bê pergal û bê edalet bû“, di pêşî de li dijî Ermenîyan û pişt re li dijî E´lewîyan û Êzîdîyan jî hatin bikaranîn.
Bi çalakkirin û damezrandina rêxistina Jön-Tirkan re (1889) di nava Împeratorîya Osmanîyan de serdemek nû destpêkir. Di nava Jön-Tirk û Abdulhamîd de dijberîyeke tuj hebû. Lê piştî Jön-Tirkan li dijî Abdulhamid kodeta pêkanîn (1908), wî ji desthilatdarîyê dûrkirin, henek Kurdên Sunî ku di nava Hemîdîyê de efserên payebilind bûn hatin bê erk û pilekirin. Di heman demê de di nava Osmanîyan de pêvajoyeke bi qeyran, tijî alozî û piralî destpêkir: Jön-Tirkên radikal, bi taybetî di nava wan de kesên wek Enver û Talat Paşa, bûne kujer û „tundrewên serdemê“. Çewa Abdulhamid despot û zordest, wisa jî Jön-Tirk fêlbaz û nijadperest bûn: Jön-Tirkan bi taybetî li dijî Kurd û Ermenîyan dest bi xapandinê kirin: Komkujiya gelê Ermenîyan (1914-1917) berhema Jön-Tirkên serdemê ye.
Pişt re Mustafa Kemal, endamê rêxistina bi navkirî, di protokolên Amasya de bi gotin sozê xweserîyê da Kurdan (6), lê bi wajokirina Peymana Lozan re Kurd û Kurdistan bi fermî hatin inkarkirin. Du re siyaseta bişavtinê li ser Kurdan bi fermî hate ferzkirin: bişavtina giştî ji alîyekî ve, îdêolojîya „yek welat, yek netew, yek dewlet, yek al û yek ziman“ ji layê din ve Kurdên Bakur bi tevayî çewistand û bê hêvî kirin. Mirov dikare bibêje, ku „Kurdên Tirkiyê“ bi demê re hatin „tevizandin“.
Bi damezrandina Komara Tirkiyê re Kurdîstan careke din hate dabeşkirin. Heta roja me prensîba „yek parêziya Tirkiyê û xaka wê“ li ser Kurdan hatîye ferzkirin. Vê îdeolojîya bişavtina Komara Tirkiyê bi demê re „pişta Kurdan bi girseyî şikand“. Bi rêya gelek yasayên tund yên ku li ser vê prensîba makeyasayî hatine derkirin hemû micalên tekoşîna rizgarîya Kurdistan li ber Kurdan hatine girtin. Vê sîyasetê serkirdeyên Kurd wek Sêx Seîd ûhwd. neçar kirin ku ew li dijî Tirkîyê yaxî bibin lê sernektin.
Me di jor de dît, ku Şerê Malazgirê bi demê re deriyê dagirkirina xaka Kurdistan û rêya bindestîya Kurd vekir. Wekî din me dît, ku Osmanî bi alîkarîya Mîrşînên Kurd li dijî Safewîyan di şer de serket in, lê pişt re wan Kurdistan bi Safewîyan re dabeşkirin. Du re Osmanîyan hemû Mîrşînen Kurd rûxandin. Abdulhamidê Duyem Kurd li dijî hev û li dijî Ermenîyan bi karanîn; Jön-Tirkan Ermênî qirkirin; Kurd malwêran kirin; Mustafa Kemal, sozê xwe yê bi Kurdan re şikand; wî bi rêya Peymana Lozanê Kurd û Kurdistan dane înkarkirin. Heta roja me îdeolojîyeke tund û bi mebest li dijî Kurdan di Tirkiya îroyîn de di dome. Nexwe mirov dikare bibêje ku têkilîyên Kurd û Tirk yên serdestî û bindestîyê ne.
Sereray vê rastiyê siyasetmedarên Tirk Kurdan ji xwe re dikin „pêkenîk“ û dibêjin, ku „Kurd û Tirk birane“. Tezeke ku li Tirkiya îroyîn berbelav ev e, ku „Kurd û Tirk wek goşt û neynok in.“ Lêkoler dê vê gote-gotê û pê re serencama siyaseta bişavtina Komara Tirkiyê di mînaka zimanê Kurdî û rewşa wî ya êsta de bi mebesta ronkirina mijarê vekole. Vepirsîn û -gotina vî tezî dê hinek rastiya raveyî xwîneran bike. Ev dê di beşa duyem de bê ravekirin.
Dr. jur. Celalettin Kartal
Pisporê kêmina û kurdnas, zanistê yasaya navdewletî, mamostê lewepêş yê zankoyên Hannover û Hildesheim, beşa ayîn û sîyasî.
Çavkanî:
1) Cigerxwîn: Tarîxa Kurdistan 2, Stockholm 1987, rp. 23-28.
2) Necat Zanyar: Tirknasî 3/2025, Rûdaw.
3) Celalettin Kartal: Der Rechtsstatus der Kurden 2002, Hamburg, rp. 42.
4) 19. Yüzyılda Osmanlı Devleti’nde Kürdistan Eyaleti | 1847-1867, Belge ve Bellek, YouTube, 04.12.2020.
5) İbrahim Gürbûz: Tarihsel Süreç içinde Kürdlük Bilincinin Gelişim Seyri – 2, Nerina Azad.
6) Tolga Şirin: Atatürk Kürtlere özerklik vaat etmiş miydi?, 1/1923, T24.
Summary:
In diesem mehrteiligen Artikel, der kurdischen Intellektuellen gewidmet ist, die auf Türkisch statt auf Kurdisch publizieren, vertrete ich die Ansicht, dass die Kurden ihre politische Unabhängigkeit mit der „türkisch-seldschukischen Invasion“ Kurdistans verloren haben. Es waren die Osmanen und später die türkischen Nationalisten (Kemalisten) nach dem Ersten Weltkrieg, die ihre Versprechen gegenüber den Kurden brachen. Beispiele hierfür sind die erste Teilung Kurdistans durch die Osmanen im 16. Jahrhundert und die Safawiden, die Abschaffung der kurdischen Fürstentümer durch das Osmanische Reich in der sogenannten Reformphase mehr als hundert Jahre später und die Verweigerung der Autonomie durch den Gründer der Türkei.
In this multi-part article dedicated to Kurdish intellectuals who publish in Turkish rather than Kurdish, I argue that the Kurds lost their political independence with the "Turkish-Seljuk invasion" of Kurdistan. It was the Ottomans and later the modern Kemalists after World War I who consistently broke their promises to the Kurds. Examples include the first partition of Kurdistan by the Ottomans in the 16th century and the Safavids, the abolition of the Kurdish principalities by the Ottoman Empire in the so-called Reform Period more than a hundred years later, and the denial of autonomy by the founder of Turkey.
Nûvekirina herî dawî: 15:06:22