Divabê Doza Kurd Liser Her Bêjewendîye Bê

Dema gavê Demoqratîk hatin avêtin u têne avêtin kî didê rawistandin divabê ev derkevê holê.

8 Tîrmeh 2019 - 04:01
8 Tîrmeh 2019 - 04:01
 0
Divabê Doza Kurd Liser Her Bêjewendîye Bê
Em li Cîhan dîse meyze bikin. Yekem Dewletbún u bêjewendîyê Gel ú welatî têne parastin. Li Cîhan 175 Komar bêhtir hene gelek jiwa ne mîlyoneke. Li ser erda Nebî Silêman 60 şêst mîlyon Kurd hene u ev heye ku 723 sal bi mîlyone Kurd qetil bûne ú hatine bi darvekirin ú hênjî ev aqîbeta rúreş ú xerab berdewame ú liber çavê Cîhan.

Mirov karê liser xalekê lîkolîn bikê u wê tiştekî bâlkêş derkevê holê, ew jî eve ku jiber zilmê u jibon ku Kurdin ú mafê xweyî rewa dixazin ji alîyê wezareta ceze xwarine ú ji welatê xwe penaber búne u li dervî welat jîyan dikin u hasreta welat ú axîne xerebîyê dikişînin.

Ji Enfal, qoçgirî, Halebçe, Şengal, Barzan ú wêranbûne 16-20 bajare wek îro tim ferman liser serê Gelê Kurd berdewam dibê. Dîktarokekî mîne Seddam ú malbatte Esadde ji qetilbûne Gelê Kurd ne westîyen. Heta Seddam ne cehimî Gelê Başûr rehet nebû , ev aqîbet ku werê serê Malbatte Esedda wê Cîhan jî nefeseke xweş bistînê. Li sîneme Amúdê bi seda zarokê Kurd bi zindî hatin şewitandin.Di 1990 -1995 li Nisêbîne wêran, li Êlîh, li Farqîn'ê bi hezare însan qetil bûn u ne dîyare kî bûye sebeb (wek liser warê Hiquq ).

Dema gavê Demoqratîk hatin avêtin u têne avêtin kî didê rawistandin divabê ev derkevê holê.

Parçebûn ,mixalefeta bê kâr ú mirin ú talankirin xistine pare Kurde ú Kurd hênjî jê derseke dîrokî dernaxin.

Kurde 2017 de bi şêwre Cîhan referandum pêk anîn, dema Kurd ji îrade xwere xwedî derketin rehê hinek sîyasetmedar ji cîyê xwe derket ú pîsqopatê Îran dane hevdû ú berdane Gelê Kurd, ev çawa edalet ú heqanette? Biser vî sûce Dîrokî de Komare Îran bi navê Îslàmî bandikê xwe ú xwe wisa didê nasan. Rojane çend Kurde li ber çavê Cîhan bi darve dikê ú bê tirs. Çar ú -pênç mîlyonê Kurd ên li rojave çûne kûderê bi serde hinek hêzê xwe liser navê Kurd didine nasan birayê xweyî Kurd zîndan dikê ev jî tiştekî ku di dîrokêde tuneye ú tu ehlaq qabûl nakê.

Bi taybetî li Bakur ev heye 50 sal ku şerekî bê sînor berdewame ú ji xeynî zerarrê ku li Gel'an dibê ti menfeat jî nîne. Qaşo ev heye 54 ku gelek şexis dibêjin em Kurdê netewperwerin ú liser doşekê rûniştine ú mixalefeteke vala dikin ú bêjewendîyê xweyî şexsî xeyal dikin. Di nav rojave ú Bakûrde xeteke mîne tayê xav heye , ev heye du heyv ku dexlê xelkê ji alîyê çetava têne şewitandin ú bi taybetî weke bajarê mîne Nesîbe ên liber sînor dibin xwelî ú rijîye wî zadê ku tê şewitandin dimînin ú kesek nabê wey tîî.

Dibêjin ye, me çikir, me xwelî liserê xwe kir, ev gelekî raste.

Êdî divabê herkes kûmê xwe dênê ber xwe ú nújen tefekûr bîbê ú li wîjdanê xwe gûhdar bikê ú bêjê, mafê Kurde rewaye an jî na?Pisgirêke Kurde heta çareser nebê rehetî ji Cîhan ú cîranê Kurda re heye?

3458 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 20:13:05