Piştî derbasbûna deh mehan li ser desthilata Ehmed El-Şera'h, diyar dibe ku ev desthilat, Sûriyê ber bi çarenivîsek nediyar dibe, nemaze ku komkujiyên li dijî Elewî û Durzî bûne gefek rasteqîn li ser yekîtiya Sûriyê û zengilê metirsiya dubarekirina diktatoriyek dîtir lêda.
Komkujiyên mezhebî her ji meha Adarê ve û heta niha bi awayekî berdewam li deverê Elewiyan têne pêkanîn, zêdebarî êrîşkirina li ser Dêrên Xiristiyan û komkujiyên hovane li dijî Durzîyan li Siwêda û Şamê
Van komkujiyan tirseke zêde ji çarenûsek wisa li rex hemû pêkhateyên din û herwiha li rex Gelê kurd jî zêde kir, tevî rêkeftina 10'ê Adarê di navbera HSD û desthilata Sûriyê de.
Ku pêdagiriya desthilata nû li ser bersivdana daxwazên xelkê Sûriyê bi darê tivingê û redkirina çareserkirina maf û daxwazên neteweyî û çandî yên pêkhatiyên Sûriyê bi rêka diyalogê û aştiyê û avakirina pergalek demokratîk ya federal û nenavendî, tirsa duberakirina komkujiyên mezin zêde kiriye.
kiryarên desthilata nû bixwe dibin hereşe li ser yekîtiya Sûriyê, nemaze ku wê ti pênaseyek bo rêvebirina dewletê nîne û avakirina dewletê li ser binemayê demokrasiyê û nenavendiyê red dike.
Ev hemû wê yekê piştrast dike, ku desthilata Demkî ya Sûriyê, ku ji pizdanê rêxistina (HTŞ) ya di nav lîsta terorê de, derketiye holê, heta niha nikariye bibe alternatîfek ji rejîma berê ya diktatorî, û niyazek rasteqîn nîne bo sîstemeka alternatív, û avakirina sîstemekî demokrat û federal, ku rêzê li maf û daxwazên pêkhatiyên cuda bigire, û biryardan û serweriya xwe ya nîştimanî garantî bike, zêdebarî ku desthilat El-Şera'h nûneratiya Kurd û Elewî û Durîzyan nake, û ev yek rewatiya wê qels dike.
Tevî ku yekbûna xelkê Sûriyê ne tenê bi beşdariya wan di
hikûmetê de tekez dibe, belku bi rêya nêrîneka berfireh li ser bingehê danpêdan bi mafên hemû pêkhateyên Sûriyê, bi rêka bijartina diyalogê, ne jiholêrakirinê; bi rêka serxwebûnê ne bindestiyê; û rêvebirina saziyî, ne ji hêla partîzanî yan xêlekî "aşîretî" ve.
Ev rewşa niha ya Sûriyê, ezmûnên welatên din tîne bîra mirov ku hikûmetên nikarin bibin alternatîf têk diçin ji ber ku nikarîne ji çarçova rehendên nijadperistî û mezhebî derkevin û paşî ketine di nav dav û rikehên destên derekî de.
Nemaze ku desthilat El-Şera'h biryara xwe jidest daye, ji hêla Tirkiyê ve jê hatiye standin, û "Tirkiyê" li gorî berjewendiyê xwe di qada Sûriyê de dixebite, di heman demê de hindek belge ji hêla "routers" ve, grûpên çekdar yên alîgirên Tirkiyê wekî 'Emşat û Himzat bi kuştina nêzîkî 1,479 sivîlên Elewî tawanbar dike, lê ya herî xerabtir jî, dewleta Tirkiyê bi aşkereyî dijminatiya gelê Kurd dike, û deverên Kurdistana Sûriyê dagir dike.
Li hember destwerdan û dagîrkeriya Tirkiyê di Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê de, zehmete ku mirov li ser serweriya Sûriyê yan projeyek nîştimanî serbixwe biaxive!
Bi taybetî ku destwerdanên Tirkiyê bi astengiyan li pêş diyalogeke nîştimanî peyda dike û rê digire li pêş destxistina hêvî û armancên Sûriyan, nakokiyan gur dike, hevdem ku pirrengiya neteweyî û mezhebî li Sûriyê nabe sedema qeyean û nakokiyan, lê belê destwerdana Tirkiyê sedemê serekî yê zêdekirina qeyran û nakokiyan e û çaresernekirina rewşa siyasî û derengxistina her çareseriyeke siyasî.
Lewra tê pêşbînîkirin ku Sûriya tûşî senaryoyek parçebûnê bibe mîna hilweşîna Yugoslavyayê di sala 1992an de, ku helbet destwerdana Tirkiyê bi awayekî aşkere Sûriyê ber bi parçebûnê ve dibe, her çend ku hilweşîna fermî ya Sûriyê hêjî çênebûye jî, lê "parçekirineke nefermî" ya Sûriyê tê dîtin, ku niha hindek dîmenên modela Yugoslavya xuya dikin, her çend şert û mercên siyasî û leşkerî yên li Sûriye û Yugoslavyê cuda bin jî, lê hindek dîmenên hilweşîna dewletên pir-etnîkî û nakokiyên mezhebî bi zelalî xuya dikin, nemaze ku hikûmeta nû ya Sûriyê ne amadeye ku beşdarî çareseriyek siyasî bibe û xwe ji alozî û parçebûnê rizgar bike, berevajî vê, ew Sûriyê ber bi nakokiyên etnîkî û mezhebî dibe, û gefan li Kurd, Elewî, Durzî û Xiristiyanan dixwe, tirsê di dilê wan de zêde dike, û Sûriya dibin sîbera komkujiyên mezhebî û etnîkî yên berdewam, bêparkirin û koçberiyê de, bi awayekî rasterast Sûriyayê gav bi gav ber bi çarenûsek mîna ya Yugoslavyê ve dibe.
Lê belê, heger desthilata Şamê bi awayekî hestyar û têgihiştî serederiyê bike û bo çareserkirina nakokiyan bixebite, hingî dibe ku li şûna modela Yugoslavyê modelek federal were bicihkirin.