Amedsporê bersiva Umit Ozdag da: Were Amedê em nîşanî te bidin

Amedsporê bersiva gotinên Serokê Partiya Zaferê Umit Ozdag da.

08.05.2023, Pts - 07:46

Amedsporê bersiva Umit Ozdag da: Were Amedê em nîşanî te bidin
Nuçe Belav bike

Serokê Partiya Zaferê ya Tirkiyê Umit Ozdag gotibû, “Ez soz didim we. Dê di lîgên Tirkiyê de tîmeke bi navê Amedsporê nemîne” Alîkarê Serokê Amedsporê Omer Elaldi jî di bersiva xwe de got, “Tîmeke bi navê Amedsporê heye, tune ye, tu û rêxistina xwe tev werin Diyarbekirê em nîşanî te bidin, gotineke me heye, em ji we re bibêjin. Em bi tenê hûn hemû bi hev re.”

Serokê Partiya Zaferê ya Tirkiyê ku bi nijadperestî û dijberiya xwe ya ji bo koçberan tê nasîn Umit Ozdag, li Bursayê û serdana standa partiya xwe û dukandaran kir.

Ozdag di serdanê de ji girseyê re got, “Ez soz didim we. Dê di lîgên Tirkiyê de tîmeke bi navê Amedsporê nemîne. Diyarbakirspor dê cihê xwe di lîgê de bigire lê em destûrê nadin Amedsporê.”

Amedsporê bersiva gotinên Serokê Partiya Zaferê Umit Ozdag da.

Alîkarê Serokê Giştî yê Amedsporê Omer Elaldi li ser hesabê xwe yê Twitterê got, “Tîmeke bi navê Amedsporê heye, tune ye, tu û rêxistina xwe tev werin Diyarbekirê em nîşanî te bidin, gotineke me heye, em ji we re bibêjin. Em bi tenê hûn hemû bi hev re.

Careke din dema tu navê tîma min tînî ziman, 7 caran devê xwe bi axê bişo, bi avê tê werde, paşê jî Amedê bîne ziman.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 621 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:46:38
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x