PAK: Em kuştina hunermendê Kurd Cîhan Aymaz şermezar dikin

PAK qetilkirina hunermendê kolanan Cîhan Aymaz ê 30 salî ku li Kadikoyê ji ber stran negotibû hatibû qetilkirin, bi tundî şermezar kir.

04.05.2023, Per - 15:04

PAK: Em kuştina hunermendê Kurd Cîhan Aymaz şermezar dikin
Nuçe Belav bike

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) qetilkirina hunermendê kolanan Cîhan Aymaz ê 30 salî ku li Kadikoyê ji ber stran negotibû hatibû qetilkirin, bi tundî şermezar kir.

Daxuyaniya PAKê li jêr e:

Em kuştina hunermendê Kurd Cîhan Aymaz şermezar dikin

Hunermendê Kurd Cîhan Aymaz, roja 03.05.2023yê li navçeya Kadikoy a Stenbolê gava ku li ber peravê behrê ji gel grûba xwe ya muzîkê stranê kurdî digot tûşî êrîşekê bû û hate kuştin.

Cîhan Aymaz ji xelkê Qersê, navçeya Dîgorê ye.

Li gorî agahîyên heyî, kesekî daxwaz ji Cîhan Aymaz ra kirîye ku stranekê bêje. Lê Cîhan Aymaz ew strana ku wî daxwaz kirîye negotîye. Wî kesê nemirov jî bi kêran êrîşî Cîhan Aymaz kirîye û ew kuştîye.

Di hinek nûçeyan da tê gotin ku êrîşker serxweş bûye û daxwaza strana ‘’Ölürüm Türkiyem-Ji bo te dimirim Tirkîyeya min’’ kirîye. Cîhan Aymaz jî ev daxwaz qebûl nekirîye, ji ber wê jî tûşî êrîşê bûye. Di hinek nûçeyan da jî behsa navê stranê nayê kirin, bes dibêje êrîşker daxwaza stranekê kirîye.

Sebebê wê çi dibe bila bibe, em kuştina Cîhan Aymaz şermazer dikin.

Lê divê bê tesbît kirin ku, gelo ev êrîşa ji ber negotina wê strana ‘’Ölürüm Türkiyem-Ji bo te dimirim Tirkîyeya min’’ hatîye kirin an na.

Herweha êrîşkerê ku hatîye girtin divê demildest bê ceza kirin.

Divê hemû partîyên sîyasî, dezgehên sivîl, kesayetên mafên mirovan diparêzin bi yekdengî li himberî êrîşên bi vî rengî yên nemirovane helwestê bigirin.

04.05.2023

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 341 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:05:01
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x