Serok Barzanî: Kurdistan ya hemû Kurdistanîyan e...

Serok Barzanî îro li Hewlêrê di civîna li gel pêkhateyên Kildanî, Aşûrê, Kakeyî û Tirkmenan de axivî û got: “Biryara giştpirsiyê biryareke bi wêrekî bû. Eger em li hêviya Bexdayê bimînin û giştpirsiyê nekinev gelek metirsîdar e . Divê kurd xwe ji dudiliya li gel Bexayê rizgar bikin.”

22.08.2017, Sal - 11:40

Serok Barzanî: Kurdistan ya hemû Kurdistanîyan e...
Nuçe Belav bike

Serokê Herêma Kurdistanê herwiha diyar kir: “Kurdan biryar da ku li gel Iraqê rûpeleke nû vekin. Lê mixabin, ser hizir û aqliyeta hikûmraniya Iraqê li Bexdayê nehate guhertin. Ez bawer dikim, ku dê paşerojê de ji me bixwazin ku em hêzên xwe vekişin ser xeta kesk a sînorên serdema Saddam Husên.”

Barzanî destnîşan kir: “Em dixwazin li gel Bexdayê li ser hîmê ji hev fêmkirinê pirsgirêkan çareser bikin da ku her du alî jî bêhna xwe vedein. Destûra Iraqê ji bo cihêbûnê rê dide me.”

Derbarê danûstandin û refta Bexdayê ya li hember kurdan Serok Barzanî got: “Bexdayê hemû pareyê xwe da agir û hesin û li dijî kurdan bikar bîne. Rêkeftina me hebû ku çek û pereyan ji bo pêşmerge dabîn bikin. Lê tenê fîşekek û dînarek jî nedane pêşmerge. Ezmûnên li gel Bexdayê qet serkeftî nebûn.”

Serokê Herêma Kurdistanê behsa rol û beşdarbûna pêkhateyên din ên Kurdistanê jî kir û da xuyakirin: “Em dixwazin dewlet ya hemû pêkhateyên Kurdistanê be. Dema em behsa dewleta Kurdistanê dikin, hemû pêkhateyên Kurdistanê jî dixin navde. Hemû netewe beşdarî nivîsandina destûra dewleta Kurdistanê bibin û ji bo parastina neteweyên din emê hemû tiştan bikin.”

Serok Barzanî tekez kir, ku bi ti awayî giştpirsî bandorê li şerê DAIŞê nake û wiha axivî: “Kurd li herêmê faktora aştiyê ne. Divê berdêla van xwînên hatiye rijandin hebe.”

Di berdewama axaftina xwe de Mesûd Barzanî dubare eşkere kir, ku ew dê xwe ji bo serokatiya herêmê neke berbijêr û got: “Ez xwe nakim berbijêr xeletiya herî mezin a jiyana min ew bû ku bûme serokê herêmê. Divê sîstemeke wiha were danîn, ku bi hatin û çûna kesekî, milet zerer neke.”

Rûdaw
Vî nûçeyê tevayî: 1106 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:29:04
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x