227 endamên Parlamentoya Îranê daxwaza li darve kirina xelkê xwepêşander dikin

Endamên Parlamentoya Îranê di beyanameya xwe de xelkê xwepêşander ê Îranê wek DAIŞê pênase kirin û îdîa kirin ku ew xelkê nerazî çekên sar û germ bikartînin.

7 Mijdar 2022 - 05:13
7 Mijdar 2022 - 05:13
 0
227 endamên Parlamentoya Îranê daxwaza li darve kirina xelkê xwepêşander dikin

Îro 06.11.2022yê di beyanameyekî de 227 endamên Parlamenterên Îranê, xelkê nerazî û xwepêşanderên welat wek kesên şer dijî welat dikin (muharib) penase kirin û ji desthilata dadweriya Îranê daxwaz kirin ku ew kesên beşdarî xwepêşandanan bûne cezayê darve kirinê li hember wan pêkbîne.

Endamên Parlamentoya Îranê di beyanameya xwe de xelkê xwepêşander ê Îranê wek DAIŞê pênase kirin û îdîa kirin ku ew xelkê nerazî çekên sar û germ bikartînin. Lê ti belgeyek jî ji bo vê îdîayê aşkera nekirin.

Li gor yasayên Îranê ‘’Muharib’’ tewaneke sîyasî û ewlehîyê ye û cezayê wê jî darve kirine.

Ev nûçe bi tevahî 1001 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 07:08:03