Polîtburoya YNKê pîrozbahiyê li Komîteya Navendî ya PDKê dike

Polîtburoya YNKê pîrozbahiyê li Komîteya Navendî ya PDKê kir

7 Mijdar 2022 - 07:32
7 Mijdar 2022 - 07:32
 0
Polîtburoya YNKê pîrozbahiyê li Komîteya Navendî ya PDKê dike

Polîtburoya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) peyameke pîrozbahiyê arasteyî Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) kir û hêvî xwast ku “rasparde û biryarên kongreyê, di berjewendiya serxistina ezmûna gelê Kurd û hikumraniyeke baştir û hêjayî welatiyên Kurdistanê de be.”

Di peyama Polîtburoya YNKê de hat: “Bi navê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), em pîrozbahiya serkeftina 14emîn Kongreya partiya we û hilbijartina serkirdatiya nû ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li we dikin.”

Her wiha di peyamê de hat gotin: “Em hêvîdar in ku rasparde û biryarên kongreyê, di berjewendiya serxistina ezmûna gelê me û yekrêzî û hikumraniyeke baştir û hêjayî welatiyên Kurdistanê de be.”

Roja 3ê Mijdara 2022an, 14emîn Kongreya PDKê li bajarê Duhokê bi beşdariya zêdetir ji 1000 endamî dest pê kir û duhî 6ê Mijdarê jî bi merasîmekê ku tê de encamên hilbijartina endamên Komîta Navendî hatin ragihandin û gotarekê ji aliyê Serok Barzanî ve bi dawî bû.

Ev nûçe bi tevahî 315 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:48:53