Li Sêwasê otobusa koçberan wergeriya: 2 kesan canê xwe ji dest dan

Li parêzgeha Sêwasê ya Bakurê Kurdistanê otobusekê ku koçber tê de bûn wergeriya û di encamê de 2 kesan canê xwe ji dest dane û 30 kesên din jî birîndar bûn.

7 Mijdar 2022 - 05:02
7 Mijdar 2022 - 05:02
 0
Li Sêwasê otobusa koçberan wergeriya: 2 kesan canê xwe ji dest dan

Li gor agahiyên ku hatine bidestxistin, bûyer li ser rêya Meletî - Qeyserî li navçeya Til Garimo ya Sêwasê rû daye.

Waliyê Sêwasê Yilmaz Şîmşek diyar kir otobusa ku koçberên Sûriyeyî tê de bûn qulibî û di bûyerê de 2 kesan canê xwe ji dest dan û 30 kes birîndar bûn.

Waliyê Sêwasê destnîşan kir, rewşa 6 birîndaran giran e.

Tîmên rizgarkirinê ber bi cihê bûyerê ve hatin şandin û birîndar ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo nexweşxaneyên cuda yên Sêwasê hatin veguhestin.

Ev nûçe bi tevahî 640 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:04:55