Artêşa Tirkiyê gundên Til Temir û Eyn Îsa topbaran kirin

Hêzên Tirkiyê hejmarek ji navçeyên Rojavayê Kurdistanê topbaran kirin.

14 Berfanbar 2022 - 05:45
14 Berfanbar 2022 - 05:45
 0
Artêşa Tirkiyê gundên Til Temir û Eyn Îsa topbaran kirin

Hêzên artêşa Tirkiyê hejmarek ji navçeyên Rojavayê Kurdistanê topbaran kirine.

Li gorî wan zanyariyan, hêzên Tirkiyê gundê Til Leben li gundewarê rojavayê bajarokê Til Temir, û Rêya M-4 a Navdewletî û gundê Ebû Surra li rojavayê bajarokê Eyn Îsa, û gundewarê rojavayê bajarokê Girê Spî û rojhilatê Kobaniyê weke gundên Korik, Qertel, Qeran, û gundên Zerî û Xanî li rojavayê navçeya Girê Spî, topbaran kirin.

Herwiha gundê Kor Elî ku hêzên hikûmeta Sûriyê li wê derê ne û gundê Zor Mixarê li rojavayê Kobaniyê li bermaberî bajarê Cerablus hatin topbarankirin.

Her di wan armanckirinan de jî, hêzên Tirkiyê herdu gundên Şêx Îsa û Herbul, li rojavayê bajarokê Til Rifeet dan ber topan.

Ev nûçe bi tevahî 680 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 20:29:39