Droneke Tirkiyê otomobîleke PKKê kir armanc

Li sînorê parêzgeha Silêmaniyê îro dronekê otomobîlek kir armanc. Li gor agahiyên destpêkê, birîndar hene.

4 Cotmeh 2022 - 09:25
4 Cotmeh 2022 - 09:25
 0
Droneke Tirkiyê otomobîleke PKKê kir armanc

Qaymeqamê qezaya Çuwarta ya ser bi Silêmaniyê ve, Şaho Osman ji Rûdawê re ragihand, “nêzî demjimêr 13:30 dronekê li ser pira Şêxel Marên a li nêzîkî nahyeya Zelan a qezaya Mawet a Şarbajêrê otomobîleke gerîlayên PKKê kiriye armanc û birîndar hene.”

Şaho Osman herwiha diyar kir, “Di nava otomobîlê de gerîlayekî PKKê birîndar bûye û tîmên tendirustiyê gihîştine cihê bûyerê.”

Qaymeqamê qezaya Çuwarta herwiha ragihand, heta niha birîndarê êrîşa îro bo nexweşxaneyê nehatiye veguhestin, ji ber ku hêj dron li herêmê difire.

Ev nûçe bi tevahî 580 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 14:04:58