Hewlêr: Projeya asfaltkirinê dest pê kir
Projeya asfaltkirina cadeyên herêmî yên taxa Sîmî Xatûnawa ya Hewlêrê dest pê kir û parêzgarê Hewlêrê derbarê projeyên xizmetguzariyê de welatiyan piştrast dike.

Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw îro roja duşemê 26.09.2022an ragihand ku asfaltkirina cadeyên navxweyî yên taxa Simî Xatûna bi bihayê 795 milyon dînar dest pê kiriye.
Proje rasterast ji aliyê kargeha asfaltê ya Rêveberiya Çakkirin û Parastina Rêyên Hewlêrê ve tê cîbicîkirin.
Parêzgarê Hewlêrê da zanîn ku, ev piroje dê bê cudahî xizmetguzarî bo hemû deveran berdewam bike.
Nûvekirina herî dawî: 20:23:19