Hêzên Tirkiyê sînorê Efrînê topbaran kirin

Hêzên Tirkiye gundên sê gundên ser bi nahyeya Şêrawa ya Efrînê ku di kontrola hêzên Kurdî de ne, topbaran kirin.

24 Hezîran 2022 - 04:58
24 Hezîran 2022 - 04:58
 0
Hêzên Tirkiyê sînorê Efrînê topbaran kirin

Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirov, roja 23ê Hezîranê Hêzên Tirkiyê gundên Ebîn, Eqîbe, Soxankê yên ser bi nahyeya Şêrawa ya Efrînê ku di kontrola hêzên Kurdî de ye, topbaran kirin.

Heta niha ti zanyarî derbarê zirarên topbaranê de nehatine belavkirin.

Pêr 22ê Hezîranê jî, hêzên Tirkiyê gundê Til Qerah li herêma Şehbayê li bakurê Helebê û gundê Ebîn li nahyeya Şêrawa ya Efrînê topbaran kiribûn.

Ev nûçe bi tevahî 754 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 07:35:20