Hikûmeta Iraqê qedexeya hatinûçûnê ragehand

Bi sedema berdewamiya xwepêşandanan îro, hikûmeta Iraqê hatinûçûn li bajarê Semawa navenda li parêzgeha Mûsena li başûrê Iraqê ragehand.

16 Tîrmeh 2018 - 03:08
16 Tîrmeh 2018 - 03:08
 0
Hikûmeta Iraqê qedexeya hatinûçûnê ragehand

Biryara hikûmeta Iraqê di demekê de ye ku, îro li bajarê Semawa du xwepêşander hatin kuştin û zêdeyî 50 kes ji hêzên ewlehiya Iraqê birîndar bûn.

Ev heyama heftiyekê ye xwepêşandanên nerazîbûnê li bajarên başûrê Iraqê destpê kirine, di encam de hejmar welatiyên sivîl bi guleyên hêzên ewlehiya Iraqê hatine kuştin û sedan birîndar bûne, îro jî 6 welatî ji bajarên cuda hatin kuştin.

Ev nûçe bi tevahî 1404 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 06:17:11