Konsulê Giştî yê Qeterê li Hewlêrê: Pêşkeftin li Herêma Kurdistanê berçav e
Konsulê Giştî yê Qeterê li Hewlêrê tekezê li ser giringiya pirojeya Jobs.KRD dike û radigehîne, “Pêşkeftin li Herêma Kurdistanê ron û berçav e”.

Îro (Pêncşem, 21ê Berçileya 2023ê) Konsulê Giştî yê Qeterê li Hewlêrê Hisên Elî ragehnad, “Giringtirîn taybetmendiya Jobs.KRD ew e ku pirojeyeka qazancnexwaz e û derfetên karî ji ciwanan re peyda dike”.
Hisên Elî amaje da, “Pêşkeftin li Herêma Kurdistanê ron û berçav e”. herwesa got, “Ev piroje jî dê di vî warî de arîkar be, bi rêya peydakirina derfetên karî û çêkirina pêşbirkêyan di navbera ciwanan de û di warên cuda cuda de”.
Îro (Pêncşem, 21ê Berçileya 2023ê) bi pêşengiya Arîn Mesrûr Barzanî, pirojeya Jobs.KRD hat destpêkirin, ku pilatformek e ji bo peydakirina derfetên karî ji bo ciwanên Herêma Kurdistanê û çêkirina peywendiyan di navbera kompaniyan û wan ciwanan de yên ku li karan digerin.
Nûvekirina herî dawî: 07:51:48