Leşkerên Amerîkî piştî Kerkûkê navçeyek din jî bicihbûn!
Hat ragihandib ku piştî bicihbûna Kerkûkê leşkerên Amerîkî li ser sinorê Xûrmatû jî hatine bicihkirin.

Rêveberê Asayîşa Xurmatû Kawe Mela Perwêz ji BasNewsê re ragehand, ew hêz şeva înê 01.12.2017ê li serbazgeha Keywan a Kerkûkê ve ber bi balefirgeha leşkerî ya Sedîq a li sînorê Xurmatû ve ketine tevgerê.
Herwaha got, ew hêza ku hatiye sînorê Xurmatû, hêzeke bi temamî xwedî amûr û tişte û dikare parastina xwe û derdorê jî bikin.
Kawe Mela Perwêz amaje bi vê yekê jî kir, naha rewşa Iraqê têkçûye û armanca hatina wê hêzê jî dibe ku bo parastina ewlehiya wî sînorî be û bixwazin carekedin vegerin bo qadê.
Nûvekirina herî dawî: 11:07:21